Print this page

Nemsa: Rojane bêtirî 80 penaberan pêşwazî nake

 4:38:53 PM

RojavaNews: Wezîra Hindir a Nemsayê, Yohana Mêkl, îro Roja Pêncşemê, ragihand ku ji bo rêgirtina li ber derbasbûna penaberan bo welatê wê, ew rojane bêtirî 80 penabran pêşwazî nakin.

Herwiha Mêkl eşkere kir ku wê ew biryar roja Îna bê de têkeve warê bicîkirinê.

Herwiha navbûrî tekez kir ku gelekî rastî guvaşan hatine di derbarê pêşwazîkirina penaberan de, û gihaye asta hilweşandinê, ji ber vê jî ew hewl didin sînorê xwe tundtir bikin, ji ber ku ti çare ji bo kirîza penaberan heya niha li ser asta Yekîtiya Ewropa tine ye.

Di despêka sala nû de bêtirî 11 hezar penaber berên xwe dane Nemsayê, wezîra Nemsayê pêşbênî kir ku Almanya jî gavên wek welatê wê bavêje.