Rojava News: Polîsan Almanî daxuyandin ku; dema li bajarê Bautzen agir bi bi xewgeha ji bo 300 penaberî hatibû amadekirin ket, nişteciyê bajar bi dilxweşî temaşeyî buyerê kirine û kêfkirine.
Di agir de birîndar û mirî tunnene, lê belê banê xewgeha 300 penaberî ku berê otel bû di agir de bi tewayî şewitî.
Dema polîsê Almanî xwestin mudaxeleya şewatê bikin da bitefînin, xelkê deverê li pêşiya wan asteng derxistin.
Stanislaw Tillich Serokwezîrê Saxsonya ji wê buyerê tund bû û jib o wan kesê ku xwestin astengiya li peşiya polîsan re derxin weke “Kujer” an binav kir.
Polîsên Elmanî di derbarê wê şewatê de gumana kiryarê kesên tundrew ddibe.
Beriya çend rojan li Saksonyaya jêrîn paseke ku reviyê wê penaber bûn nexistin bajarê Clausnitz'tê.
11:15:26
Şanaz Emin