Print this page

Amerika: Li Nevada'yê Trûmp bi ser ket

Rojava News: Li eyaleta Nevada ya DYA, di pêş hilbijartina namzetên ji bo serokatiyê yên Partiya Komargerî de Donamld Trûmp bi ferqeke zêde bi ser ket.

Donald Trûmp nunerê  namzetiya Partiya Komarger a ji bo serokatiyê li ber xwe dide, di pêş hilbijartina li eyaleta Nevada'yê bi ferqeke zêde bi ser ket. Di vê hilbijartinê de hevrikên Trûmp Marco Rûbîo û Ted Crûz nekarîbûn xwe bigihînin wî.

Donald Trûmp beriya niha di pêş hilbijartinên li du eyaletan bi ser ketibû û bi tenê li Lowa'yê li hemberî Ted Crûz winda kiribû.

Encamên li Nevada'yê, ji bo pêş hilbijartinên 1'ê Adarê yên li 12 eyaletan, xwedî girîngiyeke mezin e.

11:44:35