Print this page

Birayên Misilman ket lîsteya rêxistinên terorî!

Rojava News: Komîteya Dadweriyê ya Meclîsa Parlementoya Amerîkayê pêşnûmeya ku wê Birayên Misilman (Îxwan EL-Muslimîn) bixe lîsteya terorîstan erê kir.

Amerîka - Komîteya Dadweriyê ya Meclîsa Parlementoya Amerîkayê lîsteya komên terorîst amade kir.

Di vê çarçoveyê meclis bi pêşnûmayek ve ji Wezîrê Karê Derve John Kerry û Wezîrê Ewlehîya Navxweyî xwest ku destûrên di destên xwe de bi kar bînin da ku ‘Birayên Misilman' bikin lîsteya terorê.

Parlementoya Amerîkayê ji bo vê biryarê xebatên xwe temam kir û pêşnûmayê teklîfî senatoyê kir.  Piştî senatoyê wê biryar biçe Koşka Spî.

Hejayî gotinê ye ku di dawiya sala 2013an de Hikumeta Misrê jî rêxistina Birayên Musilmanan weke  ‘komek terorîst' binav kiribû û hemû tevgerên wan qedexe kiribûn.

Serokomarê Tirkiya Recep Tayyip Erdogan jî  bi awayekî eşkere ev çend sal in ku  piştgiriya Birayên Musilman (Îxwan EL-Muslimîn) dikir. Dîsa beriya niha demekê ji bo piştgiriya Birayên Misilman meşek mezin li Tirkiyeyê hatibû li dar xistin.

13:30:34