Rojava News: Ajansa Afganîstanî Hama Press ragihand ku teqîn li bajarê Adîsabadê li ber mala waliyê wê herêmê pêk hatiye û di encamê de 11 kesa jiyana xwe ji dest dane, 30 kes jî birîndar bûne.
Ta niha tu kes ew êriş ne girtiye ser xwe.
Ji hêla din ve hat ragihandin ku 35 kesên ku di destê Talîbanê de dîl hatine girtin ji hêla artêşa Afganîstanê ve bi operasyonek hatine rizgarkirin û 7 endamê Talîbanê jî hatine kuştin.
9:21:17 AM