Print this page

Welatê Kanadayê 25 hezar penaberên Sûrî wergirtin.

Rojava News: Wezîrê Koçberiyê yê Kanadayê John Malkom ragihand ku, piştî duh firokeya penaberan gihêşte Montiryalê, Kanadayê soza xwe bicih anî û 25 hezar penaberên Sûrî wergirtin.

Serokwezîrê Kanadayê di kampaniyeya hilbijartina xwe de soz dabû ku berî bidawîbûna sala 2015an, ewê 25 hezar penaberên Sûrî ji Libnan, Urdin û Tirkiyê werbgire.

Herwiha hikûmeta Kanadayê ragihand ku, dê heta dawiya sala 2016an, 12 hezar penaberên din yên Sûrî pêşwazî bike.

Li gor amarên NY, ji destpêka krîza Sûriyê ve, bêhtir ji 10 milyon xelkê Sûriyê li Tirkiye, Libnan, Urdin û Herêma Kurdistanê penaber bûne.

Di sala 2015an de jî bêhtir ji milyonek penaber bi riyên qaçax gihêştin Ewropayê.