Rojava News: Li DYA, ji bo pêşbirka serokatiyê ya 8'ê Mijdarê, pêşhilbijartin didomin.
Di dengdayîna li 11 eyaletên krîtîk de, ku weke hilbijartinên 'Sêşema Super' jî tê binavkirin, ji Partiya Demokrat Hîllary Clînton, ji Partiya Komarger jî Donald Trûmp derketin pêş.
Li eyaletaên Alabama, Georgia, Tennessee û Virginia hem Clînton hem jî Trûmp bi ser ketin. Ji Demokratan Bernîe Sanders jî bi tenê li çar eyaletan bi ser ket.
Trûmp ê komarger, li Texas û Oklahomayê, hevrikê xwe Ted Crûz derbas nekir. Li Minnesota jî Marc Rûbîo bi ser ket.
Li gorî çavdêran, di rewşa heyî de ji Partiya Demokrat Hîllary Clînton, ji Partiya Komarger jî Donalt Trûmp xwedî wê şensê ne ku di hilbijartinên serokatiyê yên 8'ê Mijdarê de li ber xwe bidin.
10:30:39