Print this page

Îtalya: Rêkeftina bi Tirkiyeyê re xwekujî ye

Rojava News: Serokê partiya rastgir Komeleya Bakur(lega nord) Matteo Salvini ragihand ku rêkeftina penaberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de, xwekujî ye.

Merkel pirsgirêka penaberan nikarê çareser bike

Salvini ji hesabê xwe yê Facebookê ramanên xwe derbarê rêkeftinê de diyar kirin û wiha got:" Serokwezîra Almanyayê Anegla Merkel û Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi li ber gefên Tirkiyeyê teslîm bûn, Tirkiyeyê gef li Yekitiya Ewrupayê xwar ku ew ê Ewrupayê tijî penaber bike, wek encam 3 milyar Euro û soza tevlîbûna Yekîtiya Ewrupayê bi dest dixe, Ev bêaqilî bi xwe ye".