Print this page

Rûsya: ‘Amerîka ji bo pêşeroja Esad qanî kir!

Rojava News: Cîgirê Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku Amerîka dê niha li ser pêşeroja Serokê Sûriyayê Beşar Esad nîqaşan neke.

Cîgirê Wezîr Ryabkovê derbarê serdana Wezîrê Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kerry ya Moskovayê daxuyanî da ajansa Interfaxê û ragihand ku Rûsya niha ji bo pêşeroja Serokê Sûriyayê Beşar Esad bertekê nîşan dide û wan Amerîka jî qanî kiriye ji bo ku pêşeroja Esad neyê nîqaşkirin.

Navborî dest nîşan kir ku Amerîka û Rûsya biryar dane ku bila gelê Sûriyayê biryara pêşeroja Esad bide.