Rojava News: Malpera Wîkîlîkis kompanîya Googlê bi alîkarîya Amerîka di ladana serokê Sûrîyê da sûçbar kir.
Malperê wîkîlîkis, aşkere kirina nehênîyan hijmareka E-Mail di navbera wezareta derve ya Amerîka û karmendên kompanîya Googilê da aşkere kirin û têda dîyar kir; Garîd Kohîn, berpirsê pişka hizrên Googlê ku berî wî demî karmendê wezareta derve ya Amerîka bû, îmeyl li sala duhezar û diwazdê li demê Hîlarî Klînton wezîra derve ya Amerîka, bo nivêsîngeha wê hinartîne û di îmeylan da dîyar kirîye; eger ew bixwazin Googl dikare dûvçûna kesên heza gihiştina opozîsyona Sûrî û dijayetîkirina Esed heye, biken.
Navbirî di îmeylan da xuya jî kirîye; ew pêngava Googlê dê bêtirî bawerîyê bo opozîsyona Sûrîyê di şerê dijî serokê wî welatî da çêbike.