Rojava News: Kandîdê Komarîxwazên Amerîkî bo Seokatiya Amerîka Donald Trump ragehand: Heger Erebistana Siûdî beşdarî şerê li dijî DAIŞê nebe, em nema petrola wê dikirin.
Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The New York Times re derbarê siyaseta derve ya Amerîka di paşerojê de got: “Di paşerojê de heger hevpeymanên me hêzên zemînî jibo şerê li dijî têrorê neşînin em hew petrolê ji wan dikirin.” Ev jî wek amajeyekê bi welatê Erebistna Siûdî.
Herwiha got: “Pêwîste ew welatên ji aliyê Amerîka ve têne parastin, qerbûyê xerciyên amerîka bidin, heta ew welatên ku samanên wan ên sirûştî gelek hene wek Erebistana Siûdiyê.”
Donald Trump bi rikaberî û daxuyaniyên xwe yên tund li dijî welatên Isalmî tê naskirin, got jî: “Erebistna Siûdî bêyî Amerîka nikare xwe demek dirêj xwe li ser xwe bigre.”