Print this page

Amerîka û Fransayê Sûriyê tohmetbar kir!

Rojava News: Di encama çend êrîşên balafrên hikûmeta Sûriyê de, li navçeyeke gundewarê Şamê nêzîkî 33  kesan jyana xwe ji dest dan û Amerîka jî ew êriş şermezar kir. Fransayê jî hikûmeta Sûriyê bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir.

Balafrên hikûmeta Sûriyê, duh roja Pênşemê, 14 êriş birin ser navçeya Dêr Elesafîr li başûrê rojhlatê Şamê û di encamê de, nêzîkî 33 kes hatine kuştin,12 ji wan jin û zarokin.

Ev êrîş di demekê de tên ku agirbestek li Suryê tê bicihkirin û ji aliyê Rûsya û Amerîka û çend welatên din ve tê çavdêrîkirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Fransayê Roman Nadal îro li navçeya Dêr Esafîrê şermezar kir.

Roman Nadal amaje kir ku, hikûmeta Sûriyê biqest êrişî sivîlan dike, ev yek jî binpêkirina agirbestê ye.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby, bi tundî ew êriş şermezar kir.

Agirbeta li Sûriyê di 27ê Sibata 2016an de hatibû ragihand