Rojava News: Çavkaniyekî fermî li wezareta berewaniya Amerîkayê Pentagonê ragehand, planekî bihêz ya ji bo têkbirina Serokê rêxistina tund a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û alîkarên wî hatiye danîn.
Di vê derbarê de berdevkê fermî yê Pentagonê Steve Warren ragehand, çarenivîsa Bexdadî, di dawiyê de wê wek Zerqawî be. Me çawa Ebû Meseb Zerqawî dît û gehande sizayê wî, Bexdadî jî bi heman awayî sizayê xwe dibîne.
Di beyanameyekî de Warren amaje bi vê kiriye ku, têkbirina Bexdadî û payebilindên rêxistina tund û terorîst a DAIŞê, bi planekî bihêz ve, wê bi çend qonaxan hemû jî bên têkbirin.
Berî naha jî Amerîka gelek xelatên mezin ên bi milyon dolaran ji bo wan kesan diyar kiriye, ku zanyarî di derbarê hin rêveberên rêxistina tund a DAIŞê de pêşkeş bi hêzên Amerîkayê bike.
11:20:16