Print this page

Amerîka hişyarî da welatiyên xwe: Neçin bajarên kurdan

Rojava News: Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê welatiyên xwe hişyar kirin û ji wan xwest ku neçin bajarên kurdan.

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniyekê de, ku di malpera xwe ya fermî de weşandibû, welatiyên xwe hişyar kirin û ji wan neçin bajarên kurdan yan wan bajarên yên ku kurd zêde lê dijîn. Navê bajaran wiha hatibû diyarkirin: Dîlok, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Çewlik, Dêrsim, Culemêrg, Bedlîs, Elezîz, Edene, Hatay, Kilis, Izmir û Mugla.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku bila neçin nêzîkî sînorê Sûriyeyê jî.

Herwiha avahiyên Amerîkayê li Dîlokê bi awayekî demkî hatin girtin û hat ragihandin ku heta tehdîd rabe, ew ê vê biryara xwe biguherînin.

Ji aliyekî dî ve, welatiyên xwe hişyar kirin ku divê haya wan ji tehdidên terorê hebe.

12:22:07