Print this page

Li Pakîstanê lehî: 63 kesan jiyana xwe ji dest dan!

Rojava News: Li Pakîstanê hejmara mirovên ji ber lehiya jiyana xwe ji dest dan zêde dibin. Ji ber lehiya li bakurrjoava û herêma Keşmîra welêt zêdeyî 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebirên Tekoşîna Afatê ya Pakistanê ragihandin ku li herêma Gîlgît û Baltîstanê û eyaleta Hayber-Paktunhuvayê ji ber barana gur jiyan zehmet e, gelek rê xirab bûn û rûbaran jî ji ser dîwar re avêt.

Her wiha li eyaleta Hayber-Pahtûnhuvayê, herî kêm 63 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan xanî li ber avê ketin. Çavkaniyên fermî dan xuyakirin, ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, ew nikarin ekîbên alîkariya destpêkê bişînin hinek gundan.

Ji aliyê din ve li Pakîstanê meha borî jî ji ber lehî û barana gûr 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

12:00:29