Rojava News: Hikumeta Nemsa ji bo ku rê li ber pêla koçberiyê bigre dixwaze hêzeke xwe ya leşkerî bişîne ser sînorên ligel Îtalya.
Wezîrê Bergiriya Nemsa Hans Peter Doskozil ragihand ku heta niha sînorên Yekîtiya Ewropa bi başî nehatine parastin, lewma ew niha difkirin sînorên xwe bi tevahî kontrol bikin.
Hans Peter Doskozil herwiha eşkere kir, dibe ku rêkeftina di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de dê bibe sedema kêmkirina pêla koçberiyê wiha domand:
Lê dibe ku rêyên din ji bo koçberiyê werin bikar anîn, weke rêyên deryayî yên Lîbya û Îtalya, lewma hikumeta welatê wî dixwaze hêzeke leşkerî li ser sînorên ligel Îtalya bicî bike.”