10:29:25
Rojava News: Rêxistina Efûya Navnetewî eşkere kir ku ji 1990’an ve darvekirinên herî zêde di sala 2015’an de pêk hatine. Ji van darvekirinan jî sedî 90 li Îran, Erebistana Sûdî û Pakîstanê çêbûne.
Li gorî rapora Rêxistina Efûya Navnetewî di sala 2015’an de 1634 kes hatine bidarvekirin. Rêjeya herî bilind jî, bi rêzê li Îran, Pakîstan û Erebîstana Suudî ye. Di raporê de tê gotin ku di sala 2015’an de li Îranê 977, li Pakîstanê 320 û li Erebistana Sûdî jî 158 kes hatine bidarvekirin.
Di raporê de nêrîna Pispora Rêxisitina Efûya Navnetewî ya Almanyayê Oliver Heinrich ku têkildarî mijarê lêkolînên wê hene jî hatine bicîhkirin. Li gorî Heinrich rêjeya îdamê li gorî sala 2014’an ji sedî 50 bilind bûye.
Heinrich destnîşan kir ku ji 1990’an ve darvekirinên herî zêde di sala 2015’an de pêk hatine û ev yek jî ew xistine nava fikaran.