Rojava News: Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon îro got ku ew ligel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyeyyê vedikolin.
Ban Ki-Moon got: "Ev cara duduyane ku derbarê bikaranîna çekên kîmyawî raport î îdia ji me re tên. Ji bo vekolîna van îdiayan min tîmek damezirandiye ku bi OPCWê re kar bike. Niha wan qonaxa yekem a vekolîna xwe qedand û niha wê dest bi asta duyem ya vekolînê bikin".
Herwiha YPGê berê ji bo bikaranîna çekên kîmyawî bangî NYyê kiribû.
Ji aliyekî din ve, artêşa Ceyş El-Islam jî teqez kiribû ku wan çekên kîmyawî bi kar aniye.