Print this page

Rûsya: 'Tirkiye, artêşa Sûriyeyê topbaran kir'

11:38:12

 

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê êrişên bêsedem li dijî artêşa Sûriye pêk tîne û di êrişa dawî de çeperên wê topbaran kir.

Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê di bultena xwe de ragihand ku Sûriye careke din bû hedefa Hêza Çekdar ên Tirkiyeyê.

Navenda şopandinê di berdewamiya bultena xwe de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê ya li herêma Metişli di 10ê Nîsana 2016an de saet di navbera 08.30 û 09.30an de çeperên artêşa Sûriyeyê yên herêma Lezqiyeyê topbaran kir. Her wiha artêşa Tirkiyeyê saet 13.00an de dîsa ji heman cihî çeperên artêşa Sûriyeyê yên herêma Gebelliyê bombebaran kir.