Print this page

Rûsya: Me ti pilan bo kontirokirina Helebê nîne!

 

13:07:01

Rojava News: Wezareta Derev ya Rûsyayê ragehand ku, wan pilanek bo rizgarkirina bajarê Helebê nîne.

Piştî ragehandina Wezareta Dereve ya Sûriyê ku, wan pilanek bo rizgarkirina bajarê Helebê bi alîkariya Rûsyayê heye  Wezareta Derev ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku ti pilanên wan derbarê şerê bajarê Helebê û kontirolkirina wê nîne.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye gotin jî ku, agahî li cem wan hene çek bi rêya sînorên Tirkiyê bo opozîsyona Sûriyê hatine şandin.

Tê zanîn ku, rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê û hêzeke taybet ya wî welatî bajarê Tedmûrê yê dîrokî kontirolkir.