Print this page

Ekvadorê: Hejmara qurbaniyên erdhejê giha 272 kesan!

11:23:33

 

Rojava News: Ji welatê Amrikaya Başur,   li lîvarê bakurê rojavayê Ekvadorê erdhêjek di hêza 7.8 çêbû û bi giştî ta niha 272 kes mirin 2527 kes jî birîndarin.

Serokê Ekvadorê Rafael Correa diyar kir ku hejmara qurbariyên eredheja Ekvadorê derket 272 kesan û ya birîndaran jî gihîşt 2527.

Erdhejek bi  dijwariya 7,8 pileyan li berava Ekvador a li ser Okyanosa Pêk hat. Ji ber hêzbûna wê welatiyên li paytexta Quito û bajarê Guayaquil ku bi sedan kîlometireyan jê dûr e, pê hesiyan.

Ji ber metirsiya erdhejê hişyariya tsunami li gelek cihan hate dayin.