Print this page

Ewropa: Tirkiye kengê bixwaze dikare bomba atomî bavêje me!

12:01:05

 

Rojava News: Serokê Komisyona Ewropayê Romano Prodî, penaberên di destê Tirkiyê de şibihandin bombeya atomê.

Ligel ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de li ser penaberan rêkeftin hatiye kirin jî, lê dîsan nîqaşên dî vê derbarê de berdewam in.

Serokwezîrê pêştir ê Îtalya û Serokê Komisyona Ewropayê Romano Prodî, ragihand ku penaberên di destê Tirkiyê de mîna bombeya atomê ne û got: "Tirkiye kengî bixwaze dikare wan bi ser me de biavêje."

Romano Prodî, di cîvîna Serwîsa Penaberan a Cîzvît a Romayê de axivî ku rapora xwe ya salane eşkere kir û bal kişand ser rêkeftina navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê.

Prodî, wiha axifî: "Ev rêkeftin mirov tatmîn nake. Mirov dikare bibêje hinekî ticarî, hinekî însanî û hinekî jî hestyarî ye. Zêdeyî 1,5 milyon penaberên di destê Tirkiyê de mîna bomba atomê ne, çi demê bixwaze dikare bi ser me de bihavêje."