11:29:00
Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama ya derbarê komkujiya Ermeniyan de ya bi zimanê ermenî “karesatek mezin”, Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşan da.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama bi helkefta 101. salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da û weke salên berê di daxuyaniyl de gotina ermenî “Medz Yagerin” a tê wateya ku “karesatek mezin” bikar anî.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî li hemberî gotina Barack Obama daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê de wiha hat gotin: “Em bang li rêveberiya Amerîkayê dikin ku bi awayekê dadwerî rastiyên dîrokî binerxîne û haya wan ji êşên hemû aliyan hebe.”