11:41:25
Rojava News: Serokê Amerîka Barak Obama tekez kir ku çareseriya siyasî baştirîn çareseriye ji bo kirîza Sûriye ye, û amaje bi yeke kir ku ew her dilgiran e ji ber tevgerên serokê Rûsiya û kiryarên wî li Sûriyê, û tekez kir ku divê Rûsiya zanîbe ku çareserî li Sûriya ne leşkerî ye.
Obama di kongireke rojnamevanî de li gel serokwezîrê Birîtaniya Davîd Cameron diyar kir ku ji bilî çareseriya siyasî û aştiyane tu rêkeftinên din li Sûriyê pêşnakevin.