Print this page

Obama: Ji bo xistina Esad rêkirina hêzên bejayî dibe xeletiyek!

12:48:46

 

Rojava News: Serokê Amerîka Barak Obama diyar kir ku; Ji bo xistina Esad ji aliye Amerika anjî Brîtanya bikaranîna hêzên bejayî xeletiye.

Obama di axaftina xwe ya îro ya bi Kenala BBC ya birîtanî re diyar kir ku, ji bo pirsgirêka Sûriyê ku dirêj bûye, bi awayekî leşkerî çareserî pêk nayê.

Obama destnîşan kir ku divê civaka navnetewî zexta xwe ya li ser hemû aliyên navnetewî ku Rûsiya û Îran jî di nav de ye û her wiha hemû nûnerên dijbereya nerm a Sûriyê, li hev rûnên û ji bo dema derbasûnê, li hev bikin.

Obama da zanîn ku beriya ku dema serokatiya wî bi dawî bibe, ew ê nikaribin ku dawî li çeteyên DAIŞ’ê bînin, lê ew dikarin bandora wan kêm bikin û deverên di bin destê wan de, kêm bikin.

Bi teybet balkişand ser wê yeke kul i cîhê weke Reqqayê dê êrîşên xwe bi ser DAİŞê de bidomînin.