Print this page

Amerîka 250 leşkerî dişîne Sûriyê

 

11:54:12

Rojava News: Rayederekî leşkeri daxuyand ku 250 leşkerêdin yê pisğor dişînin Sûriyê ye da karibin bandorbikin li ser rewşa şer.

li gor ajansa "France Preese" wî perbirsê leşkerî yê Amerîkayê aşkere kir ku, Serokê Amerîkayê Barak Obama îro şandina  hêza ji 250 kesan pêktê ragihandiye.

Berî niha rojnameya "Wall Street" di raporeka xwe de aşkere kirbû ku, bi armanca şerê li dijî DAIŞê û têkbirina wê Amerîka pilanên wê hene hêza xwe ya teybet li Sûriyê zêdetir bike.

Berî niha 50 leşkerê hêzên teybet yê Amerikayê hati bûn Rojavayê Kurdistanê,  dê li gel hêza nû ku biçê Sûriyê hêjmar bigihê 300 leşkeran.