12:06:23
Rojava News: Piştî hikumeta Swêdê îstîxbarata ku rêxistina terorîst a DAIŞê li Stockholme wê êrişa hedefên sivîl pek bîne, dezgehên ewlehî yên wî welatî li hemberî metirsiyan kete alarmê.
Li gorî agahiyên rêxistina îstîxbarata Iraqê, terorîstên DAIŞê li paytextê Swêdê li Stockholmê wê li dijî hedefên sivîl êrişên xwekujî pêk bîne. Li ser vê îstîxbaratê hêzên taybet ên polêsên Stockholmê û Dezgehê Operasyona Neteweyî asta alarmê zêde kir.
Berdevkê çapemeniyê yê dezgehê îstîxbaratê Simon Bynert di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî îstîxbarata ku me bi dest xistiye me hewldanên xwe zêde kirin.
Simon Bynert di berdewamiya axaftina xwe de got:'Niha em agahî û îstîxbaratê berhev dikin û bi hevalbendên xwe yên neteweyî û navneteweyî re di nava hevkariyê de ne.'
Her wiha Wezîrê Navxweyî yê Swêdê Anders Ygaman derbarê agahiyan de daxuyanî neda, lê berdevkê wezaretê ragihand ku hûn dikarin hemû pirsên xwe ji rêxistina îstîxbaratê SAPOyê bipirsin.