21:42:50
Rojava News: Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê diyarkir ku Rûsya û Amerîka li ser ku agirbest li Helebê jî bê ragihandin li hev kirine
Wezareta Amerîkayê destnîşan kir ku agirbest dê saet 00:01ê de destpê bike û wiha dewam kir em hêvî dikin ku hemû alî rîayetê agirbestê bikin.
Amerîka bankî Rûsyayê jî kir ku hikûmeta Sûriyayê di vî mijarî de qane bike. Heman tiştî em jî li ser muxalefeta Sûriyayê pêk bînin.
Amerîka diyar kir ku ji bo agirbesta li Helebê bi Rûsyayê re bi hevkariyek nêzîk de birêve dibin. Hewldanên Amerîka û Rûsyayê ya ji bo ku agirbestê li tevahiya Sûriyayê bê ragihandin dûh li ser agirbesta li Helebê li hev kiri bûn.