Print this page

Rûsya: Dibe li pişt êrişa kampa Îdlîbê El Nûsra hebe!

21:30:22

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku dibe li pişt êrişa kampa penaberan a bajarê İdlîbê rêxistina El Nûsra hebe.

Duhî êrişêke hewayî li dijî kampa penaberan a İdlîbê pêk hatibû û îdia kiribûn ku ev êriş dibe ji aliye balafirên Rûsya an jî yên Sûriyeyê ve pêk hatibe.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de îdia derewandin û got:'Li gorî wêne û vîdyoyan kampa penaberan ji qestî an jî bi şaşîtî dibe moşekên ku rêxistina terorîst a El Nûsra bi kar tîne hatibe bombekirin.'