Print this page

70 terorîst bi çekên xwe ve ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'

13:04:38

 

Rojava News: Navenda Şopanda Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand k udi 24 saetên dawî de 70 terorîst tevî 3 wesayîtên tijî çek di sînorê Tirkiyeyê de derbasî Sûriyeyê bûn.

Navenda şopandina agirbestê ya li parêzgeha Lezqiyeyê ragihand ku derdora 70 terorîstî tevî 3 wesayîtên tijî cebilxane di sîronê Tirkiyeyê re derbasî gundê Enedan ê li gundewarê Helebê bûn, da ku tevlî Cebhet El-Nusra bibin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî duhî bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra bi armanca têkbirina agirbestê, li derdora bajarê Helebê êrişî hêzên rêjîmê dikin.

Li gorî daxuyaniyê, terorîstên Amiriyê Balafirgeha Nêreb a Leşkerî bi topên ku bi destan hatine çêkirin, hedef girtin. Her wiha Kampa Henderat a koçberan jî bi hawanan topbaran kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku terorîst topbarankirina taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê berdewam dikin.