11:47:11
Rojava News: Hat îdiakirin ku dewleta Tirkiyeyê li ser xetên gundê bi navê Şêxlera Jorîn û Zormixara rojavayê Kobanê terorîstên DAIŞê dişîne Cerablûsê.
Li gorî agahiyên herêmî dewleta Tirkiyeyê komên terorîstan dişînê rojavaya Kobanê û Cerabluse û gundê Deknîkê jî bombebaran kirin.
Agahiyên heremî eşkere dikin ku, dewleta Tirkiyeyê dixwaze ku gundê Deknikê vala bike û terorîstan lê cih bike.
Her wiha li gorî hinek belgeyan dewleta Tirkiyeyê berê jî hewl dida ku komên terorîstan li bajar û gundên kurdan bi cih bike.