Print this page

Brett Mcgurk : DAİŞê dê li Sûriyê û Iraqê nemîne!

 

11:51:42

Rojava News: Nûnerê serok ê Emerîkayê di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî DAİŞê  Brett Mcgurk, ragehand: DAİŞ li Îraq û Suriyeyê paşdikevê û jinavbirina wê nêzîkbuye.

 

Di kongireyek a rojnamevanî de, li Emman a paytext a Ûrdinê,  Brett Mcgurk, nunerê Barak Obama, serokê yê Emerîkayê,  di Hevpeymanî ya Nêvdewletî de li dijî DAİŞê, eşkera kir ku DAİŞ roj bi roj ber bi paş ve diçe li Îraq û Suryayê û ji navçûn a wê nêzîk bûye.

 

Nunerêê serok ê Emerîkayê got jî: Hevpeyman ên Hêvdewletî ne tenê di enî yên şerr de ber pêşve  diçin, lê li ser Internêt û bi taybetî jî tor ên Tiwîter û Fêsbûkê şîyane bi ser hewl ên Daişê bo belvkirin a pirûpagindeyande re bi serkevin.

 

Brett Mcgurk ragehand jî: Welat ê Ûrdinê rolek a giring û karîger hebûye li şerr ê dijî Daişê.

 

Ev axivtin ên Mekgork di dem a kongireyek a rojnamevanî de bûn li gel şah Ebdpûllah şah ê Ûrdinê ku duhî serdan a Emmanê kiribû.