09:59:49
Rojava News: Gefên rêxistinên terorîst ya li hemberî Ewropayê dewam dikin. Rayedarên Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku di sala 2015an de 211 êrişên rêxistinan hatine pûçkirin. Herwiha rayedaran eşkere kirin ku îstîxbarata, hin terorîst ji bo ku êrişî Ewropayê bikin cebilxane û teqemenî îstif dikin, bidestxistine.
Serokê Navenda Têkoşîna li dijî Terorîzmê ya Ewropayê ya ku girêdayê Europolê ye Manuel Navarrete Paniagua destnîşan kir ku sala borî di encama êrişên terorî de 150 ewropî jiyana xwe ji dest dane û 360 kes jî birîndar bûne.
Paniagua diyar kir ku komên cihadîst 17 êriş pêk anîne û derbarê van êrişan de jî 667 kes hatine binçavkirin. Rayedarê Europolê Komîteya Mafên Mirovan ya Yekitiya Ewropayê haydar kir û wiha dewam kir: ‘Terorîstên ku êrişî Ewropayê bikin li welatên Ewropayê jidayîkbûne lê pêwendiyên wan bi DAIŞê re hene.'