Print this page

Zîrweya G7ê li Japonyayê dest pê kir

11:45:06

 

Rojava News: Zîrweya G7ê ku ji 7 welatên ji hêla aboriyê ve pêşketî ne îro li Japonyayê li Girava Kaşikojimayê dest pê dike.

Civîna bilind wê di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de were lidarxistin. Rojeva civîna bilind jî mijarên, şerê li Sûriyeyê, penaber, terorîzm û avhewa ye.

Ji bo ewlekariya civîna bilind a li Girava Kaşikojimaya Japonyayê 23 hezar polîs hatin wezîfedarkirin. Di serdana Serokê Amerîkayê Barack Obama ya li Hîroşîma de wê 5 hezar polîs wezîfeyê bikin. Ji ber civîna bilind, li paytext Tokyoyê jî ku 300 km dûrî cihê civînê ye, 19 hezar polîs ketin nava tevgerê.

Civîn wê sibe bi dawî bibe. Barack Obama jî wê bibe yekem Serokê Amerîkayê ku di dema wezîfeya xwe de Hîroşîma ziyaret dike.

Civîna bilind a G7ê bi beşdariya Amerîka, Brîtanya Mezin, Îtalya, Elmanya, Kanada, Fransa û Japonyayê, di navbera salên 1997 û 2014an de bi beşdariya Rûsyayê wekî G8 dihat lidarxistin. Ji ber rola di şerê li Ûkraynayê de û tevlîkirina nîvgirava Qirimê li nava xwe, Rûsya ji bo demekê ji civîna bilind a dûrxistin.