Print this page

Pûtîn: Em doaza Kurd li Sûriyê çareser nakin!

12:32:40

 

Rojava news: Serokê Rûsiya yekgirtî Filadîmêr Pûtîn duh êvarî ragihand ku çareserkirina doza Kurd li Sûriyê ne erkê welatê wî ye, û got: ’’ Doza Kurdî erkê welatên, ku ew li wan dijîn e’’.

Pûtîn Yonanistanê ragihand :’’ Ev ne erkê me ye. Em bi vê yekê narabin. Ev karûbarê gelê Kurd û hikûmetên welatên wan e’’.

Tê zanîn ku Rêveberiya xweser ya ji aliyê Tev-Dem li rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin navendek nûnertiya xwe li Rûsiya vekiriye, û di gera dawî ji gotûbêjên Cinêvê yê aştiyê li Sûriyê, Rûsiya hewlda ku Rêveberiyê wek nûnerên Kurdên Sûrî beşdarî wê civînê bike.