09:25:37
Rojava news: Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberiya Neteweyên Yekbûyî di vê hefteya dawî de li Deryaya Spî 700 penaber di encama keştiyên binabûyî de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya beşa Tirkî Nûnerê Başûrê Ewropa ya Komîseriya Bilind a Penaberiya Neteweyên Yekbûyî Carlotta Sami di hevpeyvîna xwe ya ajansa nûçeyan a almanî de ragihand ku di nava hefteya dawî de li Deryaya Spî herî kêm 700 penaber xeniqîn. Ev 700 kes penaberên 3 keştiyan ku roja çarşem, pênşem û înê binbû bûn.
Carlotta Sami di berdewamiya axaftina xwe de got:'Hê jî keştiya ku 550 kes têdebûn û roja pencşemê binav bibû windayî ye, ji keştiya roja çarşemê jî 100 penaber hatin rizgarkirin û hejmara miriyên keştiya sêyemîn hê jî ne diyar e. Li gorî agahi û zanyariyên penaberên ku hatine rizgarkirin dane herî kêm 700 penaber jiyana xwe ji dest daye.