12:21:45
Rojava News: Li paytextê Somaliyê li Mogadişuyê bi wesayiteke bombekirî êrişîşeke xwekujî li dijî otelekê pek hat, di encamê de 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Êrişa xwekujî rêxistina terorîst El Şebab girte ser xwe, hê ji terefê meqamên fermî ve daxuyanî nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehî hatiye bidestxistin, li paytext Mogadişuyê li ser cadeya Mekke-i Mukerreme li dijî otela Ambbasadorê ku berpirsên hikumetê lê diman bi wesayîta bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat.
Her wiha li gorî şahidên bûyerê xwekujê ku wesayîta bombekirî li devê deriye otelê xwe teqand, li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê xwekujî de herî kêm 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.