12:31:16
Rojava News: Berdevê Koçka Sipî Josh Earnest ragehand ku, destgirtin Esed bidesthilatdariyê ve, rewşê aloztir dike û danpêdanê bi proseya aştiyê ya ku, Amerîka serpereştiya wê dike nake, da zanîn ku, Rûsya dikare guhertinê di helwesta havpeymanê xwe de bike.
Duh, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li pêşiya Parlamentoya welatê xwe gotarek pêşkêş kir, tê de soz da ku, ew dê her bostekî ji xaka Sûriyê ji destçûyî vegerîne û kontirol bike.
Derbarê gotara wî Berdevkê Koçka Sipî ya Amerîkayê Josh Earnest di kongreyekî rojnamevanî de bersiva wî da û wiha got: "Berî niha Putîn tekez kirbû ku, ew dê bihêle Esed pêbendiyê bi agirbestê bike û dawîiyê bi şer bîne."
josh Earnestda zanîn ku, destgirtin bi desthilatdariyê rewşê aloztir dike û danpêdanê bi proseya aştiyê ya ku, Amerîka serpereştiya wê dike nake.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyarkir ku, gotara Esed ne suprîzek bû, derencamên kiryarên wî bûn, da zanîn ku ew dê daxwaz ji Rûsyayê bikin rê li ber hevpeymanê xwe Esed bigrin.
Esed gotara xwe di yekemîn civîna Parlamentoya Sûriyê piştî hilbijartinên 13ê Nîsana borî de hat pêşkêş kiribû.