12:31:41
Rojava News: Çalakvanê û xaxamê cihû Michael Lerner, di cenazeya Muhammed Ali de axivî û bangî dinyayê kir ku ji Tirkiyeyê re bibêjin, ku bes kurdan bikuje.
Merasîma cenazeya Muhammed Ali li Lousivilleyê ya ku dê du rojan dewam bike, îro dest pê kir û gelek navdar û siyasetmedar beşdarî cenazeyê bûn.
Xaxamê cihû Michael Lerner jî beşdarî cenazeyê bû û li wê derê rexne li siyasetmedaran girtin û wiha gor: "Ji serokên Tirkiyeyê re bibêjin, bila bes kurdan bikujin".
Herwiha Xaxamê cihû bang kir ku ji Netenyahûyî re jî bibêjin bila bizane ku ewlehiya Îsraîlê di derketina ji Xezayê ye.
Ji aliyekî din ve, îro serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî serdana xwe ya cenazeyê nîvco hiştibû û vegeriyabû. Tê gotin ku Erdogan piştî xaxamî li ber Erdoganî wiha axivî, Erdogan serdana xwe birî û vegeriya.