12:03:22
Rojava News: Şevê din li banliyoya Magnanvilleya bakur rojavayê Parîsa Fransayê di krîza rehîneyan de êrişkar jî di nav 3 kes hatin kuştin.
Êrişkarê ku nasnameya wî hê jî nediyare, cîranê xwe polês Jean Baptiste Salvaingê 42 salî li banliyoya Magnanvilleyê bi kêran kuşt, paşî hevsera wî û kurê wî 3 salî rehin girt.
Hat ragihandin ku êrişkar bi operasyoneke taybet a polêsan hat kuştin, her wiha hevsera polêsê 42 salî Jean Baptiste Salvaingê jî mirî hat dîtin, zarokê 3 salî ji êrişê bêyî zirarekê filitî.
Xebatkarê televîzyona BFMyê Dominique Rizet ragihand ku êrişkar beriya operasyona polêsan ‘Allah û Ekber' tekbîr avêtine.
Ji aliyê din ve Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuve piştî êrişê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bûyer şermezar kir û ragihand ku hevsera polêsê kuştî ku ew jî mirî hatiye dîtin karmendê Wezareta Navxweyî bû.