00:00:28
Rojava News: Şahê Erbistana Siûdiyê di peyamekê de jibo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî daxwazê dike ku bilez civata cîhanî bi mebesta rêgirtin li karesetek mirovî li Sûriyê dest bikar bike.
ŞAhê Siûdiyê ew peyam ni nûnertiya welatên Kendavê û 59 welatên din şandiye û tê de daxwaza ragirtina kiryar û tawanên rêjîma Esed li Sûriyê li dijî welatiyên sivîl dike.
Di peyamê derbarê rewşa mirovî ya metirsîdar û pêwîstiya derbasbûna alîkariyên mirovî û derman amajeyê bi biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî dike.
Herwiha di peyama xwe de Encûmena asayişa Navdewletî berpirs di ber vê reşde dide nasîn.
9 welatan ew peyam imze kirine û 59 welatên din jî ew pesen kirine.