Print this page

Amerîkayê: Ji bo Suriyê em li benda prosesa çareseriya siyasî ne!

11:47:07

 

Rojava News: Piştî daxwaza çend kesayetyên diplomasî yên Amerîkî, ku Amerîka siyaseta xwe ya nerm derbarê hikûmeta Esed bughêre û êrîşan li dijî hikûmeta Esed pêk bîne. Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, ti biryara pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Esed tune ye û wan  siyaseta xwe li Sûriyê neguhartiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby  ragehand ku, wan  siyaseta xwe li Sûriyê neguhartiye. Ti biryar ji bo encamdana êrîşan li dijî hikûmeta Esed tune ye. Herweha got jî di baweriya wan de çareya Sûriyê ew e, pêkanîna prosêsa siyasî ye.

Berî niha jî Obama gotibû, niha armanca wan li Sûriyê şikandina DAIŞê ye, ne jinavbirina Esed ji desthelatê ye. Herweha li gor hin şêwirmendên Obama, di van 7 mehên jêra mayî de ji serokatiya Amerîkayê re, ewê ti gaveke bi vî rengî nevêje.