Print this page

Li Brûkselê alarma bombeyê

12:56:05

 

Rojava News: Li paytextê Belçîkayê li Brûkselê ji ber îxbara bombeye avahiyeke danûstandinê ji terefê hêzên ewlehî ve hate valakirin.

Li Brûkselê li avahiya danûstandinê ya bi navê City 2 ji ber gumana bombeyê ji terefê hêzên ewlehî ve hat dorpêçkirin. Ji aliyê din ve saet li 05.30an kesekî bi guman li nêzî avahiyê hate binçavkirin û li gorî dozgeriya Brûkselê îhtîmale ku şikber bombe li ser xwe gerandibe.

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel piştî îxbarê bernameya xwe ya televîzyona RTLyê betal kir û bûyer gelekî bi şikber bi nav kir. Her wiha Michel ji bo rewşa lezgîn hemû serkanên xwe civandin.

Li gorî nûçeya ajansa AFPyê, tîmên tekoşîna dijterorê gihîştîn avahiya danûstandinê ku îxbara wê hatibû kirin û operasyonê dest pê kir.