Print this page

Felestînî: li ser kîs a me Turkîya li gel Îsrayîlê rêkkevtîye

12:00:46

 

Rojava News: Felestînî rexneyan li rêkkevtin a Îsrayîl û Turkîyayê digirin û dibêjin asayîkirin a peywendî yên evan dû welatan li ser kîs a xelk ê Felestînê ye û turkîyayê tuhemtbar dikin bi şikandin a rêkkevtin a ku berê li gel berpirs ên Felestînî wajû kiribû. Amaje bi wê yekê jî dikin rêkkevtin a di naveber a Îsrayîl û Turkîyayê dibe eger a wê ku Kert a Xeze zêdetir  bihê dabirrandin.

 

Îsrayîl û Turkîyayê asayî vekirin a peywendî yên xwe ragehandin. Li Roma, Binyamîn Nitinyaho, serok wezîr ê Îsrayîlê, rahehand: Asayîkirin  a peywendî yên Turkîya û Îsrayîlê akincîyê dê bo rojhilat aq navîn dê vegerîne. Di bernaber de Bin Elî Yeldirim li Enqereyê asayî vebûn a peywendî yên welat ê xwe û Îsrayîlê ragehand.

 

Xelkê Felestînê û kert a Xeze  ku bi eger a wan peywendî yên di naveber a Îsrayîl û Turkîyayê têk çû bû, dibêjin: Rêkkevtin a evan dû welatan li ser kîs a xelk ê Felestînê ye û wan dû welatan tenê berjewendî yên xwe li ber çavan danane.

 

Şeş salan berî niha anku li 2010, hêzek a Komando ya Îsrayîlê, hêrişkirin ser gemîyek a Turkîyayê li derya ya Mermer ku divîyan harîkarî ya bigehîne kert a Xezze û bi eger a wê 9 hevwelatî yên Turk hatin Kuştin, ev jî bû eger têkçûn a û pirrçandin a peywendî yên Îsrayîl û Turkîyayê.