00:20:48
Rojava News: Li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê 2 teqîn çê bûn. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînan de 10 kes hatin kuştin û herî kêm 60 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyandemildest, li termînala xetên derve ya balafirxaneya Ataturk a bajarê Stenbolê 2 teqîn çê bûn.
Tê gotin, ew teqîn ji aliye xwekujan ve pêk hatiye.
Ketin û derketina ji balafirxaneyê piştî teqînan hatiye rawestandin.
Piştî teqînê yekemîn daxuyanî ji aliyê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ve hat.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, li gor agahiyan destpêkê di encama êrişa li balafirxaneya Ataturk 10 kuştî û birîndar hene.
Bozdag got, kesê êrişkar bi çeka di destê xwe de gulle li derdora xwe reşanad û pişte jî xwe teqand.