Rojava News: Alîkarê Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Federasyona Rûsyayê Frants Klintseviçî ragihand ku Tirkiye dikare bê şert û merc bi piştgiriya Rûsyayê di mijara terorê de bawer be û bi vî awayî dê têkiliyên herdû welatan baş bibin.
Sentorê ku bersiva pirsyarê rojnamevanan dida got, "helbet divê Tirkiye meseleyên xwe yên navxewyî bi xwe çareser bike, lê di meseleya terorê de, dikare bê merc bi piştgiriya Rûsyayê bawer be. Wiha texmîn dikim ku hevkariya di vê mijarê de, dê bikare qirêja li ser kavilên qadên din paqij bike".
Klintseviçî diyar kir ku ji ber hinek sedeman ne pêkan e ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vegerin asta berê û wiha got," wêrankirin ji avakirinê hêsantir e lê mesele ne ev tenê ye. Lê niha Tirkiye û tûrîzm du têgeh in ku li hev nakin".
Senatoyî diyar kir ku Rûsya di pevçûna Tirkiyeyê de wek dewleteke mezin tevgeriya û heqê wê gotinê dayê û got, " Rûsya hîsterî nekir, şûrê xwe nekişand û zor neda bûyeran".
Herwiha Klintseviçî teqez kir ku rêya çûn û hatinê ji Tirkiyeyê re hişt û ew biryareke rast bû û got, "Bi vî awayî, herdû ali negihiştin wê astê ya ku veger jê tine lê divê mirov rast bibêje ku gelek caran gelekî nêzîkî wê dibûn".