Print this page

Li Bangladeşê li dijî kafeya dîplomatan êriş: 6 kuştî

13:14:15

 

Rojava News: Li Bangladeşê krîza rehîneyan ku bi çek û bombeyên destan dest pêkiribû bi dawî bû. Di operasyona hêzên taybet ên Bangladeşê de ku bi tevahiya şeve doman 6 erişker hatin kuştin.

Li Bangladeşê krîza rehîneyan ku bi çek û bombeyên destan dest pêkiribû bi dawî bû. Di operasyona hêzên taybet ên Bangladeşê de ku bi tevahiya şeve doman 6 erişker hatin kuştin û 13 rehîne jî hatin rizgarkirin, lê derheqê aqubeta 20 rehîneyên din ku berê hatibûn girtin de tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Li paytextê Bangladeşê li Dakarê herêma balyozxane û konsolos lê ne, li dijî kafeya Holey Artisan Bakeryê erişeke çekdarî û bombeya destan pêk hat, di êrişê de du polês hatibûn kuştin û nêzî 35 kesî jî rehin hatibûn girtin. Li gorî Reutersê ku dispêre polêsekî bangladeşî û ragihand ku di nava rehîneyan de kesên biyanî jî hene.