Print this page

Putin û Obama: Em amade ne hevkariyê li Sûriyeyê zêde bikin!

Rojava News: Îro Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi telefonê axivîn û herduyan teqez kir ku ew ê hevkarî û kordînasyona leşkerî li Sûriyeyê zêde bikin.

Li gorî daxuyaniya ku Kremlinê da, "herdû aliyan teqez kir ku ew amade ne, hevkariya xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bikin. Herwiha hat teqezkirin ku pêdivî pê heye ku gotûbêj di navbera dijberên Sûriyeyê di asta Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve bê destpêkirin".

Herwiha hat zanîn ku ev axiftina telefonê bi bizavên Rûsyayê pêk hatiye.