13:20:58
Rojava News: Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel, got ku armanca Lûtkeya NATOyê ya li paytexta Polonya Varşovayê çêdibe ne dijberiya Rûsyayê ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkiliyên dumend divê Hevgirtin diyalogê bi Moskovayê re çêbike.
Bettel derbarê Desteya Rûsya û NATOyê de ji rojnamevanan re axivî ku wê de 13ê tîrmehê de li paytexta Belçîkayê Brukselê çêbibe. Bettel got: "Lûtke (ya li Varşovayê) ne li dijî kesekî ye. Nêrînen wisa heye ku goya ev Lûtke li hemberî Rûsyayê tê çêkirin. Lê ev Lûtkeyek wisa ye ku yekîtî û hevgirtîbûna me dide xuyakirin, ne li dijî kesekî ye".
Xavier Bettel herweha derbarê civîna desteyê de jî diyar kir ku; "Divê diyalog çêbibe, heke ku em neaxivin em nikarin pirsgirêkan çareser bikin."
Ji aliyê din ve Wezîrê Karê Derve yê Belçîkayê Didear Reynders jî daxuyand ku, divê bi Rûsyayê re jî bi awayekî aşkere diyalog bê çêkirin û li gorî Peymana Mînskê, NATO têkiliyên xwe bi Rûsyayê re di berçavan re derbas bike.
Reynder herweha diyar kir ku Rûsya di krîzên kurewî yên li Iraqê û Sûriyê hevalbendekî ‘girîng' e.
Reynders aşkere kir ku ji bo yekîtiya navdewletî ya nû ya NATOyê wê Belçîka 150 leşkeran bişîne Lîtvanyayê. Reynders wiha pê de çû; "Ji rojhilat gefeke ewlekariyê heye. Pêwîstî bi 4 yekîneyan heye. Belçîka dê bi awayekî aktîv di vir de cî bigire, em ê herî kêm 150 leşkeran bişînin."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî duh diyar kiribû ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilatê Ewropayê zêdetir bikin û wê 4 yekîneyan li welatên Baltikê û Polonyayê bi cî bikin.