Print this page

Amerîka daxwaza belgenameyan li Tirkiyê dike

Rojava News: Wezîrê Dervê yê Amerîka amaje bi wê yekê kir ku, jibo ew kesên tuhmetbar bi pêkanîna kûdetaya li dijî Hikûmeta Tirkiyê destgîr bikin, daxwaza hemahingiya Tirkiyê dikin, heger belge li dijî Fethullah Gulen liber destê wan hene bila bo Amerîka bişînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di daxuyaniyek rojnamevanî de derbarê kûdetaya li dijî Hikûmeta Tirkiyê ku hat şikandin ragehand: “Em dê alîkariya Tirkiyê bikin.”

16 Temûzê Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di kongireyekî rojnamevanî de, Serokê Tevgera Xizmet Ebdullah Gulen bi wê yekê tuhmetbar kirk u destê wî di hewldana kûdetayê de hebû.

Ji aliyê xwe ve Kerry daxwaza belgenameyan derbarê beşdarbûna Gulen di kûdetayê de li Tirkiyê kir û ragehand: “Heger belge li cem we hene jibo me bişînin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka ew jî eşkere kir: “Heta niha ti daxwazek fermî ji Tirkiyê nîne jibo Gulen radestî tirkiyê bikin.”